Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi çend rayedarên welatên curbicur re civîya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di dewama hevdîtinên digel rayedarên welatên curbicur li rex Konfiransa Ewlehîyê ya Monîxê de bi desteyeke Parlemana Almanyayê, desteyeke Kongira Amerîkayê û Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê re civîya.
Di civîna digel desteya Parlimana ALmanê de, parlemanterên Almanî amaje bi rola girîng a Herêma Kurdistanê wek faktoreke aramiyê li Iraq û navçeyê kir û pêgirî ser girîngiya berdewambûna hevkarî û rahênan hêza Pêşmerge jibo sekinîna himberî DAIŞê de kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê ji ber hevkarîya digel Herêma Kurdistanê kir, bi taybet di berfirekirina peywendîyên aborî û jêderên dahatê û girîngzanîna zêdetir a webirhênanê li gor pêwîstiyên Herêma Kurdistanê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munchenê herwiha ligel desteyeke Kongira Amerîkayê civîya û di wê civînê de rewşa Iraq û navçeyê hat hilkolandin û desteya Kongra Amerîkayê pêgirî ser piştevaniya xwe ji Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê da, ku Herêma Kurdistanê hevpeymaniyeke girîng a Amerîkayê li navçeyê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Amerîkayê ji ber piştevanîyê kir û got, Herêma Kurdistanê yê rêya xwe ya wek faktoreke girîng a pêkhatina aştî û ewlehiyê li navçeyê bidomîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper re li Munchenê ragihand, Pêwendiya bihêz a Hewlêr û Washingtonê bo parastina navçeyê girîng e.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper re jî civîya û piştî wê civînê li Twitterê nivîsî: “Di civîna bi Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper de, me tekez kir, pêwendiya bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bo parastina Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê girîng e.”