Mesrûr Barzanî bo Lavrov: Divê rêz li mafên Kurdên Sûriyê were girtin
Sibat 15, 2020 14:01 Asia/Tehran
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê civiya û got ku wî ji Lavrov xwestiye, Rûsya bibe navbêynkar bo çareseriya siyasî li Sûriyê ku tê de rêz li mafê Kurdan were girtin.
Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Munchenê di çarçoveya Konferansa Asayişê de civîyan.
Mesrûr Barzanî piştî civînê di tiwîtekê de ragihand, ku ligel Sergey Lavrov tekezî li ser pêwîstiya kêmkirina aloziyan bi taybet li Sûriyê kirine.
Mesrûr Barzanî herwiha ragihand ku wî daxwaz ji Lavrov kiriye ku Rûsya bibe navbênykar bo dîtina çaresereke siyasî bo Sûriyê ku rêz li mafê hemûyan ji wan Kurdan were girtin.