Mesrûr Barzanî: Niha DAIŞ`ê ji sala 2013`an zêdetir endam hene
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bara vejiyandina koma terorîst a DAIŞ`ê hişyarî da û raghand, pêwîst e li ser asta navdewletî jî dijî nûbûna vê rêxistinê pêngavan rakin.
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li hevpeyvîna televîzyonî raghand ku niha Rêxistina çekdariyê ya DAIŞ`ê ji endamên wê ji sala 2013`an zêdetir bûne, dema ku xelafeta wxe damezrand.
Wî her wiha amaje kir, Vê rêxistina çekdariyê sûdê ji valahiya ewlehiyê navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta anvendî werdigrin, wî her wiha dawa ji navçên sînorî navbera her du aliyan kir ku bi şêwazeka tam hevahengiya emnî hebin. Li bara destdirêjiyên Tirkiyê ser axa Sûriyê, Barzanî ragahnd ku ev kara baş nîne û dêmografiya navçê têk dide.
Li bara gorankariyên vê dawiyê li Iraqê û rasipartina Muhemed Tewfq Ealwî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Barzanî dibêje Elawî baştir ji Adil Ebdulmehdî rola xwe peyda dike. Wî her wiah got pêwîst e di demeke nêz de xwestekên xwenîşanderên Iraqê cih bîne.