Serokê Herêmê yasaya reforman îmze kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312870-serokê_herêmê_yasaya_reforman_îmze_kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yasaya reforma mûçeyan îmze kir. Barzanî diyarkir ku yasa pêngavek girîng û balkêşe ji bo çînên cûda yên civakê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2020 13:02 Asia/Tehran
  • Serokê Herêmê yasaya reforman îmze kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yasaya reforma mûçeyan îmze kir. Barzanî diyarkir ku yasa pêngavek girîng û balkêşe ji bo çînên cûda yên civakê.

Serokê Herêmê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev yasa pêngavek girînge û ji bo çînên cuda yên civakê balkêş e.

Barzanî di dewama daxuyaniya xwe de got; “Pisporên li serokatiya Herêmê û Encûmena Wezîran, gelekî bi hûrî guftûgo kirine û aliyên erênî û nerênî yên yasayê bi awayekî hûr diyar kirin. Emê bi hemahengiya hemû aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê pêngavên xwe yên di aliyê reforman de ji bo berjewendiya giştî kurdan dewam bikin. Divê demê de Hikumeta Herêma Kurdistanê wê di demek guncaw de projeyasaya teqawîdbûnê amade bike û pêşkêşî parlamentoyê bike.”