Wezîrê Derve yê Belcîkayê gihîşt Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312847-wezîrê_derve_yê_belcîkayê_gihîşt_herêma_kurdistanê
Wezîrê Derve yê Belçîkayê, Philippe Goffin bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2020 14:05 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Belcîkayê gihîşt Herêma Kurdistanê

Wezîrê Derve yê Belçîkayê, Philippe Goffin bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, Wezîrê Derve yê Belçîkayê gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Philippe Goffin dê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.

Di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Kurdistanê de, Wezîrê Derve yê Belcîkayê dê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û terorê bi giştî, rewşa Iraqê û têkiliyên Bruksel-Hewlêrê gotûbêj bike.

Philippe Goffin beriya ku serdana Hewlêrê bike, her îro serdana Bexdayê jî kiribû û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm re hevdîtin pêk anî.

Philippe Goffin beriya du mehan ew post wergirtiye û li Hewlêrê wê li gel serkirdayetiya Herêma Kurdistanê şerê DAIŞ`ê û Pêşhatên dawiyê yên navçeyê gotûbêj bike.

Hikûmeta Belcîkayê dibêje, ew bi hemû awayekî rê li tundrewiyê digire û welatê xwe ji gefên DAIŞ`ê diparêze.

Goffin di 30 Mijdarê de postên Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê ya Belckayê werigirtiye.