YBŞ: Em dê terka Şengalê nekin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312783-ybŞ_em_dê_terka_Şengalê_nekin
Fermandarekî Yekîneyên Berevaniya Şengalê (YBŞ) destnîşan kir ku êrîşên esmanî yên Tirkiyê li dijî wan bi ti awayî nabin sebeb ku ew ji Şengalê derkevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2020 14:08 Asia/Tehran
  • YBŞ: Em dê terka Şengalê nekin

Fermandarekî Yekîneyên Berevaniya Şengalê (YBŞ) destnîşan kir ku êrîşên esmanî yên Tirkiyê li dijî wan bi ti awayî nabin sebeb ku ew ji Şengalê derkevin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Di halekî da ku di hefteyên bihurî da ji ber destdirêjiyên esman yên Tirkiyê fermandarekî Yekîneyên Berevaniya Şengalê (YBŞ) li naçeya Şengalê canê xwe ji dest daye û hin nûçe derbarê valakirina baregehên YBŞ hatin weşandin, ev hêz  ser mayîna li navçeyê pêgiriyê dikin.

Di vî warî da Dijwar Feqîr ji fermandarên Yekîneyên Berevaniya Şengalê (YBŞ) di hevpeyivîna bi malpera Karkuk Navê ra got ku hemî nûçeyên têkildarî terikandina navçeyê ji aliyê YBŞ va virr û derew in û YBŞ bi ti awayî ji baregehên xwe û herêma Şengalê dernakevin.

Wî her wiha got ku di rojên bihurî da veguhestin û dewsgirtina hêzan li Şengalê û derdora wê pêk hatiye û beşeka çalalkiya normal a van hêzan e û tu têkilliyek bi êrîşên esmanî yên Tirkiyê tuneye.

Tirkiyê pêştir çend caran bi mehneya hebûna YBŞ, ev navçe bombebaran kiribû.

Ji aliyê din va destdirêjiyên esmanî yên Tirkiyê ser malên xelkê li Herêma Kurdistanê jî bi mehneya hebûna PKK'ê her rojê didome û heta niha gellek ji welatiyên herêmê hatine kuştin û gellek ji wan jî birîndar bûne.