Hikûmeta Herêma Kurdistan ji welatîyan xwest ku seredana Çînê nekin
Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji welatîyan xwest ku bi merema girtina pêşîya tûşbûna bi vîrûsa Corona`yê seredana Çînê nekin.
Piştî belavbûna hin nûçeyan têkildarî zêdebûna tûşbûyînên vîrûsa Corona`yê li Çînê û belavbûna wê li çend welatên din, Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyameke hişyarkirinê da welatîyan.
Di wê peyamê de hatîye: Jibo parastina welatîyên Herêma Kurdistanê himberî xeterên tûşbûna bi vîrûsa Corona`yê û girtina pêşîya belavbûna wê, ji hemî welatîyan tê xwestin ku seredana xwe ya welatê Çînê heta ragihandina din ibtal bikin.
Di çend rojên dawîyê de hin nûçe têkildarî belavbûna vîrûsa Corona`yê li welatên cîhanê ji wan Imaratê û hin welatên ewûpî hatine weşandinê.
Bikarînerên şebekeyên civakî li Herêma Kurdistanê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hegera bisînornekirina seredana welatîyan bo Çînê û herwiha hatina welatîyên çînî bo Herêma Kurdistanê dan ber rexneyan û rayedarên hikûmetê bi sersarîya himberî tenduristî û canê welatîyan û bikarneanîna tivdîrên pêwîst jibo girtina pêşîya derbasbûna vîrûsa Corona`yê bo Herêma Kurdistanê tawanbar kirin.
Berî Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de tomarkirina tûşbûna bi vîrûsa Corona`yê li wê Herêmê derew zanîbû û pêgirî kiribû ku hîç kesek li Herêma Kurdistanê û Iraqê tûşî vîrûsa Corona`yê nebûye.
Komsyona Netewî ya Tenduristîya Çînê ragihand ku heta vê gavê 259 kean di encama vîrûsa Corona`yê de li vî welatî canê xwe ji dest dane.