Damezrandina kargêriya sindûqa garantîkirina derfirotinê li Silêmaniya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312722-damezrandina_kargêriya_sindûqa_garantîkirina_derfirotinê_li_silêmaniya_iraqê
Şêwirmendê bazirganiya Îranê li Iraqê li bara damezrandina kargêriya sindûqa derfirotina Îranê li pêşerojeka nêzîk li Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2020 12:40 Asia/Tehran
  • Damezrandina kargêriya sindûqa garantîkirina derfirotinê li Silêmaniya Iraqê

Şêwirmendê bazirganiya Îranê li Iraqê li bara damezrandina kargêriya sindûqa derfirotina Îranê li pêşerojeka nêzîk li Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê agahî da.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, Nasir Bêhzad got: Hebûna bêtirî 500 km sînorê hevpar ên Îranê bi Silêmaniyê re , du derbasgehên fermî yên yên sînorî yên Başmax û Perwîzxanê û hebandîbûna kelûmelên îranî li vê navçê, dê zirûfeka baş be bo geşatiya xebatên bazirganî yên du welatan.

 Wî bal kişand ser vê yekê ku niha nîva kelûmelên heyî li bazara Silêmaniyê, berhemên Îranî ne û diyar kir: Xwarek, berhemên tebdîlî, mafûr û mokêt, mesnoatê palstîkî,  mekîne, kelûmelên avahîçêkirinê, warê cotkariyê û xizmetên teknîkî û endazyairiyê û bi taybet li beşa veguhestinê, avedankirinê û dîzayna bajar wek ewlewiyetên giring ên hevkariya şîrketên îranî li vê bazarê ketine rojevê.

 Bêhzad got: Pêkanîna navçên pêşeyî li Silêmaniyê bo pêknaîna berhemên xwecihî li bernameyeke pênc salî ji aliyê Herêma Kurdistana Iraqê dişopand û 100 projeyên xebtandina sermayê bo vavakirina yekîna berheanîna xwarekan, derman, avahîçêkirin, kinc, çerim, pêşeyên hesin û iliktrîkê, kelûmelên taqîgehan, çêkirina hotêlan, parka avê, ximzetên bajarî, Kêtêrîng û pêkanîna navendên dermankirinê yên pisporiya dil û ortopêdî li halê cihhatinê ye.