Di bombebarana dewleta Tirkiyê de li Herêma Kurdistanê pêşmergeyek hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312646-di_bombebarana_dewleta_tirkiyê_de_li_herêma_kurdistanê_pêşmergeyek_hat_kuştin
Li Akrê ya ser bi Dihokê di dombebarana balafirên şêr ên dewleta Tirkiyê de pêşmergeyek hat kuştin û yek ji birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2020 08:04 Asia/Tehran
  • Di bombebarana dewleta Tirkiyê de li Herêma Kurdistanê  pêşmergeyek hat kuştin

Li Akrê ya ser bi Dihokê di dombebarana balafirên şêr ên dewleta Tirkiyê de pêşmergeyek hat kuştin û yek ji birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, şevê din balafirên şêr ên dewleta Tirkiyê çiyayên herêma Zêbar a Akrê ya ser bi Dihokê bombebaran kirin. Di bombebaranê de pêşmergeyê bi navê Seîd Hebîb Siranî yê ji gundê Dûdî ya bajaroka Dînartê jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyê bi navê Nizar Hacî Şeban jî bi giranî birîndar bû.

Welatiyên herêmê heta saet 04.00’ê sibehê li cenazeyê pêşmergeyê candayî geriyan. Di encama gera welatiyan de cenazeyê pêşmergeyê candayî hate dîtin û pêşmergeyê bi giranî birîndar jî rakirin nexweşxanê.

11 welatiyan ji ber êrişa balafirên artêşa Tirkiyê, xwe veşartibûn û aqûbeta wan nediyar bû. Duh bi şev ji wan 11 welatiyan 9 kesan xwe di şikeftekê de veşartibûn û hatin dîtin. 

Li gor çavkaniyên Herêma Kurdistanê devera hanê li mideha 24 saetan du caran ji aliyê balafirên artêşa Tirkiyê bombebaran bûye  û gundê Kafiya li bajarokê Dînarteyê jî bûye hedefa êrişan. 

Hêjayî gotinê rojane balafirên artêşa Tirkiyê ya ku çendîn deverên Herêma Kurdistanê dagir kiriye, êrişê vê Herêmê dikin. Di encama bombebaranan de heya niha bi dehan welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Heya niha li ser bombebaranên artêşa Tirkiyê, Hikumeta Herêma Kurdistanê ti helwestek cidî nîşan nedaye.