Sefîn Dizeyî: Barzanî û Trump ser zêdekirina leşkerên amerîkî li Iraqê neaxivtine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312643-sefîn_dizeyî_barzanî_û_trump_ser_zêdekirina_leşkerên_amerîkî_li_iraqê_neaxivtine
Berpirsê pêwendiyên derve yê Dewleta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dizeyî ragihand: Di hevdîtina serokê Herêma Kurdistanê û serokomarê Amerîkayê de li ser zêdekirina leşkerên amerîkî li Iraqê ti gotûbêjek nebûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2020 05:48 Asia/Tehran
  • Sefîn Dizeyî: Barzanî û Trump ser zêdekirina leşkerên amerîkî li Iraqê neaxivtine

Berpirsê pêwendiyên derve yê Dewleta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dizeyî ragihand: Di hevdîtina serokê Herêma Kurdistanê û serokomarê Amerîkayê de li ser zêdekirina leşkerên amerîkî li Iraqê ti gotûbêjek nebûye.

Li gor Kurdpressê, Sefîn Dizeyî li hevpeyvîna bi Kurdistan 24 re ragihand ku di hevdîtina serokê Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî û serokomarê Amerîkayê Donald Trump de li kêleka civîna Davosa Swîsrayê du aliyan qet li ser zêdekirina leşkerên amerîkî li Iraqê tneaxivtin.

Meclisa nûneran a Iraqê sê hefteyên berê li civîneke awarte bi beşdariya serokwezîrê karpêşvebirê ê Iraqê Adil Ebdulmehdî derheq derxistina hêzên Amerîkayê ji nav Iraqê bi piraniya dengan pêşnûmayek pejirand.