Serkonsolê Îranê bi Parêzgarê Silêmanîyê re hevdîtin pêk anî
Serkonsolê Komara islamî ya Îranê bi Parêzgarê Silêmanîyê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Mêhdî Şûşterî Serkonsolê Komara islamî ya Îranê duh êvarê bi Hewal Ebûpbekir Parêzgarê Silêmanîyê re derbarê berfirekirina hevkarîyên dualî nemaze yên aborî û ticarî de rawêjkarî kir.
Şûşterî di vê hevdîtinê de ji ber amadebûn û axavtina di merasima vekirina Nîşangeha Taybet a Komara Islamî ya Îranê li Silêmanîyê ku vê dawîyê bi pişikdarîya zêde ji 110 şirketên bijare yên îranî hat lidarxistinê, sipasîya Hewal Ebûbekir kir û lidarxistina Nîşangeha Taybetî û navnetewî ya Îranê li Silêmanîyê bi armanca nasandina karayî û berhemên bikualîte yên îranî bo taciran û gelê Herêma Kurdistanê ji ewlewîyetên girîng ên karê Serkonsolxana Komara Islamî ya Îranê li Silêmanîyê zanî.
Parêzgarê Silêmanîyê jî karên bi vî rengî yên ticarî pêngaveke girîng di çarçova nasyarbûna tacir û bazirganên Herêma Kurdistanê digel berhem û karayîyên şirketên îranî û xurtkirina peywendîyên ticarî yên dualî zanî.
Hilkolandina hin pirsgirêkên şirketên îranî yên çalak li projên avedankirina Parêzgeha Silêmanîyê, kêmkirina pirsgirêkên li derî û bazarên sînorî û hevkarîyên di navbera Parêzgeha Silêmanîyê û parêzgehên cînarê wê yên Îranê ji mêhwerên din ên gotûbêja Serkonsolê Komara islamî ya Îranê û Parêzgarê Silêmanîyê bûn.