Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê nikare xwe ji Iraqê dûr ragire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312520-nêçîrvan_barzanî_herêma_kurdistanê_nikare_xwe_ji_iraqê_dûr_ragire
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê nikare xwe ji Iraqê dûr ragire û dîyar kir ku Kurd û Sunne digel mayîna hêzên amerîkî li Iraqê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2020 04:14 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê nikare xwe ji Iraqê dûr ragire

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê nikare xwe ji Iraqê dûr ragire û dîyar kir ku Kurd û Sunne digel mayîna hêzên amerîkî li Iraqê ne.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Panêla Bûyerên Rojhilata Navînê ku li rex civîna Civata Cîhanî ya Aborê li Davosê hat lidarxistinê, ragihand ku bûyerên Iraqê bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.

Barzanî amajeyî wê yekê jî kir ku nabe hemî bûyerên Iraqê û xwenîşandanan bo destwerdana derveyî va girêdin, belku wan nerazîbûn û xwenîşandana hin hokar hene ku divê têkildarî wan helwest bê nîşandayînê.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê biryara Parlimana Iraqê ya derxistina hêzên amerîkî ji wî welatî de jî got ku Amerîka ligorî daxwaza hikûmeta Iraqê li axa vî welatî maye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got ku nivşa nika ya civaka Iraqê di serdema Seddam de nejîyaye, lewma daxwaza jîyaneke baştir dike.