Desteyeke HDP seredana Herêma Kurdistanê kir
Çile 22, 2020 13:07 Asia/Tehran
Desteyeke Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ligorî gazîkirina rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê çû Silêmanîyê.
Ubêyd Îke Nunerê HDP li Herêma Kuridstanê derbarê seredana wê desteya HDP bo Herêma Kurdistanê de got: Piştî ku rayedarên Herêma Kurdistanê HDP vexwendin, desteyeke HDP jî di wê çarçovê de seredana Silêmanîyê kirîye.
Ligorî gotina Îke, desteya HDP ji Şaredarê Batmanê Mehmet Demir, Nunerê Batmanê li Parlimana Tirkîyê Necdet Îpekyûz û Yûnus Perîn, Şukran Çelebî û Hedîye Karaaslanê pêlk hatîye ku bi Qayimeqamê Silêmanîyê Dr. Hewal Ebûbekir re hevdîtin pêk anî.
Desteya HDP yê paşê seredana Duhok û Hewlêrê jî bike.
Desteya HDP herwiha wek rêzgirtina li têkoşîna Newşîrvan Mistefa, seredana mezargeha wî kir.