Herêma Kurdistanê mercên serjimêrîya giştî li Iraqê ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312402-herêma_kurdistanê_mercên_serjimêrîya_giştî_li_iraqê_ragihandin
Wezîrê Plandarêştinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye û pêşwazîyê li serjimêrîyê dike bi wî mercî ku Hikûmeta Iraqê hevkar û hevdeng be taybetî di warê asayîkirina rewşa deverên kêşeliser.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2020 04:51 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê mercên serjimêrîya giştî li Iraqê ragihandin

Wezîrê Plandarêştinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye û pêşwazîyê li serjimêrîyê dike bi wî mercî ku Hikûmeta Iraqê hevkar û hevdeng be taybetî di warê asayîkirina rewşa deverên kêşeliser.

Dara Reşîd Wezîrê Plandarêştinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di civîna digel desteyeke pillebilind a iraqî ya têkildarî serjimêrîyê û Nunerê Sindoqa Geşepêdanê ya NY de ragihand: Herêma Kurdistanê amade ye û pêşwazîyê li serjimêrîyê dike bi wî mercî ku Hikûmeta Iraqê hevkar û hevdeng be taybetî di warê asayîkirina rewşa deverên kêşeliser û bikaranîna mêkanîzman jibo serxistina vê proseyê.

Dara Reşîd herwiha got: Divê NY û sazîyên cîhanî rola xwe ya bibandor jibo serxistina vê proseyê bilîzin.

Pişikdarên wê civînê herwiha derbarê dabînkirina bûce û pêdivîyan û çawanîya lidarxistina serjimêrîyê de gotûbêj kirin.