Nêçîrvan Barzanî: Têror û serîhildana DAIŞ`ê, gefeka rastîn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312263-nêçîrvan_barzanî_têror_û_serîhildana_daiŞ_ê_gefeka_rastîn_e
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û şandeke bilind a serbaziyê yê Brîtanyayê civiyan û ser hevkariyên hevpeymaniya navdewletî tev Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2020 13:54 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Têror û serîhildana DAIŞ`ê, gefeka rastîn e

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û şandeke bilind a serbaziyê yê Brîtanyayê civiyan û ser hevkariyên hevpeymaniya navdewletî tev Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

 Nêçîrvan Barzanî wekilnad ku teror û serîhildana DAIŞ`ê gefeka rasteqîn e ku derbê li seqamgîriya Iraqê û navçê dike û bona rûbirûbûna wan Iraq û Herêma Kurdistanê hîn jî pêwîstiya wan bi hevkarî û piştgiriya hevpeymaniya navdewletî dijî DAIŞ`ê heye. 

 Wî her wiha amaje kir ku  berfirehbûna tevgera vê dawiyê ya DAIŞê bi taybet li navçên xala 140ê û giringiya hevkarî û hevahengiyê navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bo rawestana li hember wan û rola hevpeymaniya navdewletî babeteke din a vê civînê bûye. 

 Her wiha behsa kêmkirina şîdet û kêşeyan, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê, babeteka din a vê civînê bû ku têde ser dewama hekariyên navbera Brîtanyayê  tev Iraq û Herêma Kurdistanê hatite teqezkirin.