Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê êrişî Şengalê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312259-balafirên_şer_yên_dewleta_tirkiyê_êrişî_Şengalê_kirin
Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê bajaroka Dugir ya Şengalê bombebaran kirin. Derbarê encamên bombebaranê de agihiyên berfireh nehatin bidest xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2020 13:34 Asia/Tehran
  •  Balafirên şer yên dewleta  Tirkiyê êrişî Şengalê kirin

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê bajaroka Dugir ya Şengalê bombebaran kirin. Derbarê encamên bombebaranê de agihiyên berfireh nehatin bidest xistin.

Îro çarşemiyê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê baregeha Yekînên Berxwedanê ya Şengalê (YBŞ) li qezaya  Dugirê ser bi nahiya Sinûnê  dan ber bombeyan.

Çavkaniyên curbicur dibêjin ku bordumanên hanê xisar lê ketine lê agihiyên berfireh nehatin bidestxistin.

 Vê dawiyê Tirkiyê êrişên xwe  bi mehneya hebûan PKK ser Herêma Kurdistanê berfireh kirine.

 Beşa ragihandinê ya agahiyên şer li Iraqê jî ragihand ku pênc şervanên YBŞ li encama  êrişa Tirkiyê canê xwe ji dest dane.