Seroka parlemana Herêma Kurdistanê li bara pêşnumaya çaksaziyê daxûyaniyek da
Li bara gotûbêjên projeyasaya çaksaziyê ku ji niha va li parlemana Kurdistanê Seroka parlemana Herêma Kurdistanê kêfxweşiya wxe da diyarkirin û dibêje ev gotûbêj û şêwirîn li van du rojan qewimîn, xala bi hêz û zindî ya vê beşa parlemanê ye û Parliman divê wiha be.
Rêwaz Fayiq, Seroka parlemana Herêma Kurdistanê li Facebooka xwe de ragihand, ez kêfxweş im ku li rewşeka demokratîk û parlemnaî de li nav parlemnaê gotûbêj ser proja çaksaziyê hatin kirin û eva xala bi hêz a vê civîna parlemnaê bû û parleman jî hema vê yekê dixweze.
Wê her wiha diyar kir: Ferqa nihêrîna parlemnater û azadiya axiftinê mafeka destûrî û qanûnî ye û mesela giring ev e ku li nav parlemanê ji giştan re derfetên ku didin parlemanteran mîna hev in û encama van hilêxistian bîr û rayên wan jî hin caran diin sedema rêkevtinan.
Di eynî demê de, raya giştî ya Kurdistanê jî li benda qanûneke dadperwerane ye.
Pêşnumaya çaksaziyê li miaşa malnişîniyê û derhatê û serpişkiyên din ku li parlemana Herêma Kurdistanê û civîna duwem jê re tê lidarxstin. Li nav raya giştî ya Herêma Kurdistanê de jî gengeşeyeek germ, û gurr pêk naiye.
Beşek ji raya giştî ya Herêma Kurdistanê jî hewl dide proseyeka berfirehtir û mezintir a çakaziyê destpê bike ku hukimdariya li Herêma Kurdistanê bêxe ser riyeke rast.
Lêbelê beşeke din ji raya giştî ya kurdî tu hêviya xwe bi vê Pêşnumayê nîne û wer dizane ku xewna çaksaziyê serê xwe nagire.
Niha pirs ev e ku gelo bi rastî ev qanûn , qanûneka baş e bi qasî navê xwe an na ev qanûn li asta pêwîstî û çavrêtiyan nîne û nedadmendî û newekheviyê bi curekî rewa nîşan dide wisa ku kesên nerazî jî dibêjin?
Rexna yekê ku ser vê projeyasayê heye, babeta malnişîniya pilebilindan e ku bêbawerî li navbera xelkê û desthilatê de çêkiriye.
Kesên nerazî daxwaz dikin ku qanûna malnişîniyê yekgirtî be çawa ku li Iraqê ye bila li Herêma Kurdistanê jî hema bi vî rengî be.