Balafirên Tirkiyê gundên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312252-balafirên_tirkiyê_gundên_herêma_kurdistanê_bombebaran_kirin
Balafirên Tirkiyê 4 caran li ser hev gundekî ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û tirseke mezin dan xelkê wê navçeyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2020 12:25 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê gundên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên Tirkiyê 4 caran li ser hev gundekî ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û tirseke mezin dan xelkê wê navçeyê.

Dilxwaz Sergelî ku hemwelatiyê gundê Sergelê ye, got:  "Êvara duh, balafirên Tirkiyê çar caran gundê Sigêrê yê ser bi devera Nihêlê ve, li navçeya Amêdiyê bombebaran kirine."

Hevdem çavkaniyeke ewlehî ji bajarokê ragihand, ku bombebaran ji bo dema 20 xulekan berdewam bûye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku navçeya ku hatiye bombebarankirin, xelkê sivîl lê tune bûne, lê hemû gundên nêzîkî cihên wê bombebaranê avedankirî ne û ji ber vê yekê, tirseke zêde li cem xelkê wan gundan çêbûye.