17 penaxwazên Kurd li perravên Yûnanê xeniqîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312228-17_penaxwazên_kurd_li_perravên_yûnanê_xeniqîn
Serokê Rêxistina Penaxwaz û mişextiyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku 17 penaxwazên Kurd ên Herêmê di bûyera qulibîn û noqbûna qayîqa penaxwazan li perravên Girava Paksûsê ya Yûnanê xeniqîne û renge hejmara goriyan zêdetir bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 14, 2020 12:35 Asia/Tehran
  • 17 penaxwazên Kurd li perravên Yûnanê xeniqîn

Serokê Rêxistina Penaxwaz û mişextiyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku 17 penaxwazên Kurd ên Herêmê di bûyera qulibîn û noqbûna qayîqa penaxwazan li perravên Girava Paksûsê ya Yûnanê xeniqîne û renge hejmara goriyan zêdetir bibe.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Arî Celal, Serokê Rêxistina Penaxwaz û mişextiyan a Herêma Kurdistanê di hevpeyivîna digel Rûdawê da ragihand ku sibeha roja Şemiya bihurî 11ê Çileya 2020 qayîqeke hilgirê 50 penaxwazan li nêzikî perravên girava Paksûsa Yûnanê noqim bûye û gellek ji lêniştiyên wê canê xwe ji dest dane.

Wî her wiha got: Li gorî lêzanînên ku vê saziyê wergirtine, herîkêm 17 kes ji penaxwazên xeniqî ji welatiyên Herêma Kurdistanê ne û renge hejmara wan zêde bibe.

Wî her wiha got ku ev qayîq ji Yûnanê ber bi Îtalyayê va diçû, lê piştî terikandina perravên Yûnanê tûşî bûyerê bû.