Hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Nunera NY li Iraqê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312196-hevdîtina_serokwezîrê_herêma_kurdistanê_bi_nunera_ny_li_iraqê_re
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Nunera NY li Iraqê pêşewazî kir da ku dawîn rewşa vî welatî û navçê bi hev re hilkilon.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 13, 2020 12:23 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Nunera NY li Iraqê re

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Nunera NY li Iraqê pêşewazî kir da ku dawîn rewşa vî welatî û navçê bi hev re hilkilon.

Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ji Henîs Plasxart Nunera NY pêşewazî kir.

Her du alîyan di vê hevdîtinê de li bara mijarên mîna rewşa Iraqê, zêdebûna nakokiyan û pêwîstiya dabînkirina ewlehiyê li Iraq û navçê gotûbêjê kirin. 

Di hevdîtina Barzanî bi Nunera  NY re hat teqezkirin ku Iraq di rewşeka hestyar û dijwar de derbas dike û divê hemî alî vê hestyariyê têbighêjin û baş bizanin ku  qeyranîbûna rewşê li Iraqê bi sûda tu kesî nîne.

Di vê hevdîtinê her wiha li bara riyên zêdekirina peywendiyên navbera Herêmê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê behs û nîqaş hatkirin.