Pêgirîya Hewlêr û Bexdayê ser pêbendîya li rêkevtinên dualî yên têkildarî bûcê
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Hewlêr û Bexda pêgirîyê ser pêbendîya li rêkevtinên têkildarî nift û bûca sala 2020`ê dikin.
Cotyar Adil Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyî seredana Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo Herêma Kurdistanê û hevdîtinên wî digel rayedarên Herêmê kir û got ku ew seredan û hevdîtin di demeke gellekî guncav jibo her du alîyan de pêk hatîye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got ku pêşnumaya bûca sala 2020`ê ya Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê ji wê bûceyê mêhwera sereke ya gotûbêjên Adil Ebdulmehdî û rayedarên Herêma Kurdistanê bûn û her du alîyan pêgirî ser pêbendîya li rêkevtinên têkildarî nift û bûca sala 2020`ê kirine.
Cotyar Adil herwiha got: Adil Ebdulmehdî ne berpirsê rewşa nika ya Iraqê ye û ew rewşa hasila şaşitî û kêmasîyên dewletên berê yên Iraqê û pêbendnebûna wan li qanûna bingehîn a welêt e.
Wî herwiha got: Adil Ebdulmehdî û rayedarên herêma Kurdistanê herwiha liser girîngîya pêbendîya dewleta fêdêral a Iraqê li rêkevtinên Hewlêr û Bexdayê (çi dewleta nika çi ya bê) û rewşa Rojhilata Navînê piştî gêreyên di navbera Îran û Amerîkayê li Iraqê û biryara serbixwe ya Iraqê gotûbêj kirine.
Adil Ebdulmehdî roja Şemîyê li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêmê û Mesûd Barzanî Serokê PDK ra hevdîtin pêk anî û piştre li Silêmanîyê bi rayedarên YNK re civîya.