Parlemana Herêma Kurdistanê du projeyasa pesened kirin
Parlemana Herêma Kurdistanê du projeyasayên madeyên hişber û rojên munasibetên fermî neteweyî yên tirkmanî pesend kirin.
Li gor raghandina parlemana Kurdistanê li civîna îro bi dengê 88 parlemateran projeyasaya madeyên hişber pesend kir û projeyasaya rojên fermî yên neteweyî yên tirkmanî bi dengê 73 parlemanteran pesend kir.
Hevgav parlemana Kurdistanê civîna xwe bo sietekê rawestand û babeta sêwem a civînê jî taybet e bo behs û nîqaşa ser projeyasaya çaksaziyê. Li qonaxa derbasbûyî ya perlemana Kurdistanê ji ber kêşeya navbera aliyên siyasî proja yasaya çaksaziyê bê pejrandin lê li vê qonaxê parleman û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hev re bûne yek ku ev destûra divê bê pejrandin.
Li gor proja yasaya çaksaziyê lîsteya mûçeyê ya mişagiran dê bê venihêrînê û miaş li gel hikûmeta Iraqê yeksan dibe û her wiha pileyên taybet bi 15 salan xizmetê û 50 salan temenê malnişîn dibin û encumena Rajeyê tê damezrandin.