Divê kes nehêle DAIŞ ji rewşa vê demê ya Iraqê îstifadeyê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312144-divê_kes_nehêle_daiŞ_ji_rewşa_vê_demê_ya_iraqê_îstifadeyê_bike
Serokwezîrê dewleta karpêşvebir ê Iraqê Adil Ebdulmehdî li hevdîtina serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî got: Hewlêr û Bexda li gişt waran bi hev re hevaheng in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 12, 2020 05:47 Asia/Tehran
  • Divê kes nehêle DAIŞ ji rewşa vê demê ya Iraqê îstifadeyê bike

Serokwezîrê dewleta karpêşvebir ê Iraqê Adil Ebdulmehdî li hevdîtina serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî got: Hewlêr û Bexda li gişt waran bi hev re hevaheng in.

Ebdulmehdî duh gihêşte Hewlêrê û bi rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ji wan bi serokê PDK Mesûd Barzanî re hevdîtin û gotûbêj kir.

Websayta Sumeriya Newsê nivîsiye: Di daxuyaniya ofîsa Ebdulmehdî de hatiye ragihandin ku li hevdîtina hanê her du aliyan derheq pêwendiyên Bexda û HJewlêrê û pêdiviya rewa zanîna nerizamendiyên aram û bi aştî yên xelkê û krîzên vê demê li navçê û herwiha mesela hebûna hêzên biyanî li Iraqê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê dewleta karpêşvebir ê Iraqê herwiha desnîşan kir ku Hewlêr û Bexda li ser gişt babet û mijaran hevdu bawer dikin û li warê krîza vê demê li Iraqê jî divê bi hev re kar bikin û bi hev re hevaheng bibin û rê li ber îstifadeya nerewa ya DAIŞê ji rewşa niha bigirin.

Ebdulmehdî herwiha got: Me ji despêkê diyar kir ku em li pêwendiyên xwe bi welatên cîhanê re hewl didin ku bîlan û hevsengî hebe û em nakevin nav dijminatî û neyariyên ti aliyekê bi taybet em nakevin nav dijminatiya bi Amerîkayê re.

Di vê hevdîtinê de Mesûd Barzanî jî got ku Hewlêr dizane ku Bexda bi çi dijwariyan rûbirû ye, vêca em piştgiriya her hewldaneke Bexdayê ji bo berjiwendiyên Iraqê û parastina îstiqrar û deshilatê dikin.