Hevdîtina Ebdulmehdî bi rayedarên Kurdistana Iraqê re li Hewlêrê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312133-hevdîtina_ebdulmehdî_bi_rayedarên_kurdistana_iraqê_re_li_hewlêrê
Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê îstifakirî yê Iraqî îro çû Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, serokê vê herêmê va hat pêşewzaîkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2020 12:57 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Ebdulmehdî bi rayedarên Kurdistana Iraqê re li Hewlêrê

Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê îstifakirî yê Iraqî îro çû Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, serokê vê herêmê va hat pêşewzaîkirin.

Ebdulmehdî bi Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara dawîn alûgurên navçê û peywendiyên navbera her du aliyan behs û gotûbêj kir.

 Wî got: "Bingehek bo hevhatin û çareserkirina navbera Herêma Kurdistanê û dewleta federal heye. Pirsgirêkên Hewlêrê û Bexdayê divê ji riya hevhatinên wajokirî navbera her du aliayn bê çareserkirin."

 Ebdulmehdî teqez kir: "Cihanîna van hevhatinan hewceyî bi viyana cidî heye. DAIŞ hîn jî gefeke cidî li dijî Iraqê ye û hevahengiya navbera her dua liyan divê bi alîkariya hevalbendiya navdewletî zêde bibe."

 Mesrûr Barzanî jî diyar kir: "Hemî pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta fedearl ji riya hevhatinên wajokirî navbera du aliyan tên çareserkirin û cihanîna wê hewceyî bi biryar û viyana xurt û cidî li bara meselan heye."

 Wî got ku talûkeya DAIŞê her tim gefeka cidî bo Iraqê ye û divê hevahengî navbera her du aliyan bi alîkariya hevalbendiya emerîkî zêdetir bibe."

Serokwezîrê istîfakirî yê Iraqê bi Mesûd Barzanî, serokê partiya Demokrata Kurdistanê jî hevdîtin pêk anî.

 Ebdulmehdî piştî Hewlêrê bona hevdîtina bi rayedarên YNK re berê xwe da Silêmaniyê.