Teqezkirina Herêma Kurdistana Iraqê ser çareserkirina pirsgirêkên navçê ji riyên siyasî
Çile 08, 2020 12:18 Asia/Tehran
Rêberên Herêma Kurdistana Iraqê piştî bersiva mûşekî ya Îranê li hember kiryara terorîstî ya dewleta Emerîkayê li şehîdkirina serdar Qasim Sulêymanî, bi daxûyaniyeke hevpar daxwaza çareserkirina pirsgirêkên navçê ji riyên dîplomatîk kirin.
Serokwezîr, serokê parlemanê û serokê Herêma Kurdistana Iraqê îro piştî civînekê bona hilkolandina bersiva Îranê bo kiryara terorîstî ya Emerîkayê û mûşekbaranên meqerên Emerîkayê li nêzîkî Bexdayê û nêzîkî Hewlêrê li daxûyaniyekê raghandin: Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide kêmkirina aloziyê û li dû gotûbêj û rêçareya sîplomatîk bo pirsgirêkan e.
Rêberên Herêma Kurdistanê li vê daxûyaniyê raghandin:Herêma Kurdistanê ji hemî aliyan dixweze ku nehêlin ev pevçûn bipeke nav Herêma Kurdistanê.