Baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê kete ber mûşekên Îranê
Çavkaniyên nûçeyan hevdem digel êrîşên mûşekî yên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ser Baregeha leşkerî ya Eyn-Esed a Amerîkayê li Iraqê, qala êrîşa mûşekî ser Baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê li Herêma Kurdistanê kirine.
Li gorî kanala Meyadîna Libnanê, Baregeheka leşkerî ya Amerîkayê li nêzikî firokexaneya Hewlêrê jî ketiye ber mûşekan.
Medyayên iraqî jî qala qewimîna çend teqînan li Baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê di berbanga Çarşemiyê da kirine.
Hin çavkaniyan jî ragihandin ku firrînên firokexaneya Hewlêrê hatine rawestandin.
Tu raporek ji hûrgillî û goriyên ihtimalî yên vê êrîşê belav nebûye.
Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî berbanga îro Çarşemiyê bi êrîşa bi dehan mûşekan ser Baregeha leşkerî ya Eyn-Esed a Amerîkayê li Iraqê bersiveka qahêm da operasiyona cinayetkarane û têrorîstî ya hêzên destdirêjker ên Amerîkî ya terora Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî.
Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku berbanga roja Îniyê, 3ê Çileya 2020'ê, li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê sefera vî welatî kiribû, hevrê digel Ebu Mehdî Mihendis Alîkarê Serokê Besîca Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) û 8 kesên din di encama êrîşa esmanî ya hêzên destdirêjker û têrorîst ên amerîkî li ser firokexaneya Bexdaya Iraqê, şehîd bûn.