Berdevkê Kongira Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê: "Îro dê emîndarê giştî were bijartinê"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311683-berdevkê_kongira_yekgirtûya_islamî_ya_kurdistanê_Îro_dê_emîndarê_giştî_were_bijartinê
Berdevkê Kongira Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê di civîneke çapemenîyê de ragihand ku ew 16 kesên ku weke berpirsê liqên Yekgirtûyê hatibûn kivşkirinê dengê pêbawerîyê li Kongirê bidest xistin û bûn endamê Civata Serkirdayetîyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2019 14:40 Asia/Tehran
  • Berdevkê Kongira Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê:

Berdevkê Kongira Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê di civîneke çapemenîyê de ragihand ku ew 16 kesên ku weke berpirsê liqên Yekgirtûyê hatibûn kivşkirinê dengê pêbawerîyê li Kongirê bidest xistin û bûn endamê Civata Serkirdayetîyê.

Bêhzad Derwêş Zêbarî Berdevkê Heştemîn Kongira Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê herwiha got: Di civîna yekem da 4 xal hatin pesendkirinê xalên weke dayîna dengê pêbawerîyê bo Lêjneya Birêvebirina Kongirê, dayîna dengê pêbawerîyê bo Berdevkê Kongirê, dayîna dengê pêbawerîyê û xwendina rapora dewra heftan a Yekgirtûyê, dayîna dengê pêbawerîyê bo 16 kesan bo berpirsatîya liqan jibo serokatîyê.

Wî derbarê pesendkirina rêziknama navxweyî ya Yekgirtûyê de jî got: Rêziknama navxweyî bi sedî 82.3`yê dengê pişikdaran hat pesendkirinê û sedî 17.9`î dengderan jî dengê Na danê.

Bêhzad Derwêş Zêbarî Berdevkê Heştemîn Kongira Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê herwiha got: Îro herwiha emîndarê giştî yê bi dengê du ji sêyê endaman were bijartinê, heke di dewra yekem de ew asta nehat bidestxistinê, emîndar yê bi asta 50+1 were kivşkirinê û herwiha paşê yê hilbijartin têkildarî 27 kesên endamê serkirdayetîyê û desteya bilind a çavdêrîyê yê were lidarxistin ku ji 5 kesan pêk tê lê renge hejmartina dengan demê bigire ber xwe.

Kongira heştem a Yekgirtûya islamî ya Kurdistanê yê du rojan bidome û 900 endam têda pişikdar in.