Serokê Civata Bilind a Sîyasî ya YNK yekem peyama xwe da
Serokê Civata Bilind a Sîyasî ya YNK yekem peyama xwe piştî lidarxistina Kongira Çaran a wê partîyê da û ragihand ku YNK di rewşeke dijwar û hestyar da karên çaremîn kongira xwe bi awayekî serketî kirin.
Kusret Resûl Elî di wê peyamê de radigihîne: ``Gellek kesan fikir dikirin ku lidarxistina kongirê ji hêla endamên YNK va bûye kabûs û piştî cenabê Mam Celal tu kes nikare kongira YNK bi awayekî hevgirtî lidar bixe û gellek kesan jî digotin ku YNK dê bibe çend çiq lê, bi saya hewildana hemî dilsozan, bi pişikdarîya hemî endaman çi yên li salona kongirê bûn û nuneratîya dever û liqên curbicur dikirin û çi jî ewên dilgiranê serxistina Kongirê bûn, me karî ser navê ``nûbûnê`` kongira çaran lidar bixin.
Kusret Resûl Elî herwiha got: Me karî şiklekî nû ya hizbayetîyê û serkirdeyekî nû jibo YNK hilbijêrin û em hemû bi hev re jibo xizmetguzarîyê bo xelkê xwe û cihanîna planên YNK di çaçrova pêşerojeke ron û zelal de kar bikin.