Serkonsûlên Îran û Tirkiyê li Hewlêrê hevdu dîtin
Di hevdîtina navbera Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îramnê li Hewlêrê digel Serkonsûlê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, du alî li ser alûgorên navçeyê axivîn.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Konsûlgeriya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê ragihand ku hevdîtinek navbera Nesrullah Reşnûdî Serkonsûlê Îranê û Hakan Karaçay Serkonsûlê Tirkiyê li Hewlêrê pêk hatiye.
Di vê hevdîtinê da di aliyan derbarê alûgorên navçeyê û pêwendiyên du alî yên Îran û Tirkiyê axivîne.
Karaçay tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe jibo vê hevdîtinê û tevî amajeya bi pêvajoya danûstandinên du welatên dost û cînar yanî Îran û Tirkiyê, li ser bpêwîstiya gotûbêja berdewam navbera konsûlxaneyên du welatan pêgirî kir.
Her wiha Reşnûdî tevî amajeya bi pêvajoya pêwendiyên du welatan di berûlayên dualî û navneteweyî, ev pêvajo li tûşa xurtkirina aramî ûrihetiya du gelan nirxand.