Dawîn agahîyên têkildarî projeyasaya çaksazîyan li Herêma Kurdistana Iraqê
Piştî ku mecal hat dayîn Lêjneyên Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê raporekê têkildarî projeyasaya çaksazîyan amade bikin, Serokê Lêjneya Darayîyê jî ragihand ku ew projeyasaya bi lez û bez tê amadekirinê lê hûrgilîyên wê zêde ne lewma paşda ketîye.
Zîyad Cebbar Serokê Lêjneya Darayî û Karên Aborî ya Parlimana Herêma Kurdistanê ragihand ku lêjneyê têkildar ên parlimana Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam gotûbêj û rawêjkarîyê derbarê projeyasaya çaksazîya di qanûnên malnişînkirin, miaş û dayîna serpişkîyan de dikin bi awayekî ku Parliman wî karî bi awayekî lezgîn dike.
Wî herwiha got: Mecala dawîyê roja Sêşemê ye ku Lêjneyên Parlimanê raportewkê derbarê wê projeyasayê de amade bikin, paşê ew raporana di civîna hevpar a lêjneyên têkildarî da yê weke raporekê bên amadekirinê û çiqas dem pêwîst be jî yê were dayînê.
Serokê Lêjneya Darayî û Karên Aborî ya Parlimana Herêma Kurdistanê majaeîy vê yekê jî kir ku projeyasayeke girîng e û hûrgilîyên wê jî zêde ne, armanca me gotûbêja lezgîn û berfire ser wê ye lewma, civînên lêjneyan dê bidomin û çav li rê ye ku ew di destpêka sala bê da were pesendkirinê.