Îro rojeke dîyarker jibo Kongira Çaran a YNK ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311513-Îro_rojeke_dîyarker_jibo_kongira_Çaran_a_ynk_ye
Sêyem roja Kongira Çaran a YNK dê îro siet 9`ê sibê bi mebesta bijartina Civata Rêvebirîya Giştî destpê bibe ku dê rojeke dîyarker û yekalîker jibo wê kongireyê be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 23, 2019 04:31 Asia/Tehran
  • Îro rojeke dîyarker jibo Kongira Çaran a YNK ye

Sêyem roja Kongira Çaran a YNK dê îro siet 9`ê sibê bi mebesta bijartina Civata Rêvebirîya Giştî destpê bibe ku dê rojeke dîyarker û yekalîker jibo wê kongireyê be.

Di roja duyem a Kongira Nûbûna YNK da rêziknama navxweyî ya wê partîyê bi pirranîya dengan hat pesendkirinê û hilbijartina Civata Giştî ma bo îro ango Duşemê. Duh herwiha mercên berbijarbûna jibo endametîya di Civata Giştî de hatin pesendkirinê ku nêzîkî 500 kesan xwe kiribûn berbijar û hinek ji wan vekişîyan. Ligorî pêkhateya nû, Civata Giştî ku ji 121 kesan pêk hatîye, yê erka birêvebirina YNK bigire ustîyê xwe û di roja yekem a Kongira Çaran de 3 kes hatin bijartinê.

Berhem Salih, Qubad Talebanî û Rêwaz Faiq karîn pêbawerîya 121 kesan bidest bixin û wek endamên Civata Serkirdayetîya Giştî werin hilbijartin. 

Ew 121 kes, 32 kes ji bazineya Silêmanîyê, 9 kes ji ya Raperînê, 5 ji bazineya Dîyalê, 24 ji bazineya Hewlêrê, 29 endam ji bazineya Kerkûkê, 10 kes ji ya Nêynewayê, kesek ji bazineya Bexdayê û 4 kes ji derveyî Iraqê ne.