Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî pêkanîna hikûmeta Iraqê hilkolandin
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlemana Iraqê dawîn alûgurên rewşa wî welatî û herêmê û pêkanîna kabîna bê ya hikûmeta Iraqê hilkolandin.
Serokatîya Herêma Kurdistanê di daxûyanîyekê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro pêşwazî li Mihemed Helbûsî Serokê Parlemana Iraqê kir.
Ligorî wê daxûyanîyê, di civîna Barzanî û Helbûsî da dawîn alûgurên rewşa wî welatî û herêmê û pêkanîna kabîna bê ya hikûmeta Iraqê hatin hilkolandin.
Barzanî û Helbûsî herwiha hevdeng bûn ku karê hevpar bikin jibo peydakirina rêçareyeke erênî jibo hemî pirsgirêkan bi şêwazekê ku daxwazên rewa dabîn bike û di xizmeta tevayê welêt, gel û pêkhateyên Iraqê da be.
Serokê Parlemana Iraqê piştî hevdîtina digel Serokê Herêma Kurdistanê, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Bazranî re civîya.