Helbûsî û Mesûd Barzanî li ser Reforma Qanûna Hilbijartina Iraqê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311503-helbûsî_û_mesûd_barzanî_li_ser_reforma_qanûna_hilbijartina_iraqê_axivîn
Serokê Parlemana Iraqê di hevdîtina digel serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da derbarê guhertin û reforma Qanûna Hilbijartina Iraqê û dabînkirina berjewedniyên hemî bereyên iraqî axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 14:44 Asia/Tehran
  • Helbûsî û Mesûd Barzanî li ser Reforma Qanûna Hilbijartina Iraqê axivîn

Serokê Parlemana Iraqê di hevdîtina digel serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da derbarê guhertin û reforma Qanûna Hilbijartina Iraqê û dabînkirina berjewedniyên hemî bereyên iraqî axivîn.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Mihemed Helbûsî îro piştî nîvro Yekşemiyê, 22ê Kanûnê gihîşte Hewlêrê û piştî hevdîtina digel Nêçîrvan Barzanî Serrokê Herêma Kurdistanê, çû dîtina Mesûd Barzanî serokê PDKê.

Malpera fermî ya Pariya Demokrat a Kurdistanê derbarê vê hevdîtinê ragihandiye ku rewşa vê dawiyê ya Iraqê, alûgorên vî welatî û bijartina serokwezîrê nû, ji mijarên gotûbêja vê hevdîtinê bûne ku bi amadebûna Fuad Hisên wezîrê Heyitiyê yê Iraqê ku Kurd e, pêk hatiye.

Barzanî û Helbûsî her wiha derbarê reform û guhertina qanûnên Iraqê li parlemana vî welatî nemaze qanûna hilbijartina vî welatî gotûbêj û destnîşan kirin ku lazim e her guhertinek ku pêk tê, jibo dabînkirina berjewendiyên welatiyên iraqî be.

Hilkolandina qeyranên Iraqê û alûgorên proseya siyasî û rêkara çareserkirina qeyranên vî welatî û damezirandina dewleta nû ji miajrên din ên vê gotûbêjê bûne.