Rêziknama navxweyî ya YNK di Kongra Çaran a wê de hat pejirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311495-rêziknama_navxweyî_ya_ynk_di_kongra_Çaran_a_wê_de_hat_pejirandin
Berdevkê Kongira Çaran a YNK ragihand ku di encama wê kongreyê de rêziknama navxweyî ya wê partîyê hatîye pejirandinê û Civata Giştî ya Rêvebirîya YNK jî desthilata guhertina wê heye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 12:53 Asia/Tehran
  • Rêziknama navxweyî ya YNK di Kongra Çaran a wê de hat pejirandin

Berdevkê Kongira Çaran a YNK ragihand ku di encama wê kongreyê de rêziknama navxweyî ya wê partîyê hatîye pejirandinê û Civata Giştî ya Rêvebirîya YNK jî desthilata guhertina wê heye.

Mela Yasîn Berdevkê Kongira Çaran a YNKdi civîneke çapemenîyê de ragihand ku Kongra Çaran a YNK bi awayekî tam zelal û şefaf di halê lidarxistinê da ye û di duyemîn roja Kongrê îro 22`yê Kanûnê de rêziknama navxweyî ya YNK hat pejirandinê û desthilata pêkanîna guhertinan di wê de jî bo Civata Giştî ya Rêvebirîya YNK hatîye dayîn. 

Ligorî pêşnivîsa rêziknama YNK di Kongira Çaran de, ev kongira bi durişma ``aştî, dêmokirasî, azadî, mafên mirovan, mafê kivşkirina çarenûsê û dadperwerîya civakî`` hatîye lidarxistinê û biryar e ku asta pişikdarî û hebûna jinan di gişk sazî û dezgehên hizbî de bo sedî 25`ê bê jordabirinê.

Biryar bû ku îro deng jibo bijartina 121 endamên Civata Giştî ya Rêvebirîya YNK bên wergirtinê lê, Berdevkê Kongira Çaran a YNK got ku ew dengdayîna bo roja Duşemê hat paşdaxistin û heta nika 400 endamên Kongirê xwe jibo endametîya di wê civatê de kirine berbijar.

Mela Yasîn herwiha got: Kusret Resûl Elî Cîgirê Yekem ê Sêkrêtêrê rehmetî yê YNK wek Serokê Civata Bilind a Sîyasî ya YNK hate bijartinê û Hêro Ibrahîm Ehmed, Mela Bextyar, Umer Fettah, Hakim Qadir Mihemedcan, Erselan Bayîz, Şêx Ceifer Mistefa û Dilê Mecîd jî weke endamên wê hatin bijartinê. 

Herwiha hat ragihandin ku tevî pêgirîya Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ser wê yekê ku nabe nabe endamên xwedîpostên leşkerî û hikûmî di Kongira YNK de pişikdar bibin, pirranîya wan di Kongira Çaran a wê partîyê de pişikdar bûn.

Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê roja Pêncşemê bi awayekî fermî ji rêvebirên YNK re ragihand ku ligorî qanûna partîyên sîyasî, nabe hîç yek ji endamên Kongira Giştî kesên leşkerî û emnî û yan xwedanê karên dewletî bin lê, Rûdawê ragihand ku bidû nerazîbûna YNK himberî wê biryara Komsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, pirranîya endamên leşkerî û hikûmî di wê kongireyê de pişikdar in.