Teqezkirina serkonsûlê Îranê li Hewlêrê ser berfirehkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311370-teqezkirina_serkonsûlê_Îranê_li_hewlêrê_ser_berfirehkirina_peywendiyan_bi_herêma_kurdistanê_re
Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê di hevdîtina bi serokê nivîsgeha peywendiyên derve yên PDK, an Partiyê ser pêwîstiya berfirehkirina peywendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê teqez kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2019 14:53 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina serkonsûlê Îranê li Hewlêrê ser berfirehkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re

Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê di hevdîtina bi serokê nivîsgeha peywendiyên derve yên PDK, an Partiyê ser pêwîstiya berfirehkirina peywendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê teqez kir.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Konsûlgeriya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê ragihand ku Nesrullah Reşnodî serkonsûl, hevdîtinek bi Hişyar Sîwîlî serokê nivîsgeha peywendiyên derve yên  partiyê re pêk aniye. 

 Li gor vê nûçeyê, li vê hevdîtinê dawîn rewşa Rojhilata Navînê bi taybet alûgurên li bakurê rojhilata Sûriyê ketiye ber behs û nîqaşê. 

 Bûyerên vê dawiyê li Iraqê û xwenîşandanên li hin bajarên Iraqê û serê axir îstifaya  Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê ji mijarên din ên gotûbêjê li vê hevdîtinê bûne. 

 Her wiha têkiliyên dualî navbera Îran û Iraqê ji wna peywendiyên bi herêmê re û bîranîna hevgirtina kevnare û dîrokî ji mêhwerên din ên gotûbêjê bûne û her du aliyan ser xurtkirina  zêdetir a peywendiyên dualî li warên siyasî, aborî û çandî teqez kirin.