PKK: Li Heftanîn û Xakurkê 11 serbazên Tirkîyê hatin kuştinê
Kanûn 16, 2019 07:49 Asia/Tehran
Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya PKK ragihand ku di encama çalakîyên hêzên wê li Heftanîn û Xakurkê de 11 serbazên Tirkîyê hatin kuştinê.
Di daxûyanîya Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya PKK de hatîye: Di encama êrişa gerîlayan ser leşkerên Tikîyê li Heftanînê ku 13`ê Kanûnê de pêk hat, 8 leşker hatin kuştinê û 2 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya PKK herwiha ragihand: Di encama êrişa gerîlayan ser hêzên Tirkîyê li Xakurkê de jî ku 14`ê Kanûnê hat encamdanê, hejmarek leşker hatin kuştinê û birîndar bûn.