Hikûmeta Iraqê "Talankirina petrola Herêma Kurdistanê" dişopîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311278-hikûmeta_iraqê_talankirina_petrola_herêma_kurdistanê_dişopîne
Endamekî Parlemana Iraqê ragihand ku piştî ku gilî hat tomarkirin, Ofîsa serokwezîrê Iraqê biryar daye ku "Talankirina petrola Herêma Kurdistanê" ji aliyê hin koman bişopîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2019 14:51 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Iraqê

Endamekî Parlemana Iraqê ragihand ku piştî ku gilî hat tomarkirin, Ofîsa serokwezîrê Iraqê biryar daye ku "Talankirina petrola Herêma Kurdistanê" ji aliyê hin koman bişopîne.

Xalib Mihemed, Endamê Fraksiyona Goranê li Parlemana Iraqê li ser Facebooka xwe nivîsî ku min bi nivîseka fermî ji lijneya wezîran xwest ku Talankirina petrola Herêma Kurdistanê, Kerkûk û Moylê ji aliyê hin koman bi rêya tankerê bo Tirkiyê bişopîne û pêşî lê bigire. Palpişta nivîsa min çend vîdyo û wêne ne ku diyar dike ku çawa derbasî aliyê Tirkiyê tê kirin.