Parlementerekî YNK'ê: Em projeya reforman ji bo hikûmetê naşînin
Sibe Duşemiyê vexwendina yekem bo pêşniyarqanûna reformên Herêma Kurdistanê pêk tê ku ji aliyê hikûmetê va radestî parlimanê hatiye kirin. Di vî arî Serokê Lijneya heyitiyê ya Parlimanê jî dibêje ku em vê pêşniyarqanûnê ji bo hikûmetê naşînin.
Ziyad Cebar Serokê Lijneya heyitiyê ya Parlimana Herêma Kurdistanê ragihand ku li pey vexwendina yekem bo pêşniyarqanûnê, ev yek bo lijneya taybetmendiyan tê kiirn da ku rapora taybet were amadekirin.
Serokê Lijneya heyitiyê ya Parlimana Herêma Kurdistanê ku li Fraksiyona YNKê ev pêşniyarqanûn wek pûêşniyarqanûneka baş daye zanîn û dibêje ku Pêşniyarqanûn başe û wek parleman pêşniyarqanûna reforman naşîne sa hikûmetê ra, lêbelê hin destwerdan di xal û bendên wê da dê bên kirin.
Li pey gihîştina ber destê Parlemanê di 12ê vê mehê da, biryar e ku Sibe anku Duşemiyê 16ê Kanûna 2019an vexwendina yekem bo Pêşniyarqanûna reforman a ku ji 19 xalan pêk hatiye, cih bê.