Seidî Ehmed Pîre: Destpêkirina çaksazîyan li Herêma Kurdistanê pêwîst e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311062-seidî_ehmed_pîre_destpêkirina_çaksazîyan_li_herêma_kurdistanê_pêwîst_e
Berpirsê Peywendîyên Derve yê YNK pêgirî kir ku destpêkirina çaksazîyan li Herêma Kurdistanê pêwîst e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2019 08:31 Asia/Tehran
  • Seidî Ehmed Pîre: Destpêkirina çaksazîyan li Herêma Kurdistanê pêwîst e

Berpirsê Peywendîyên Derve yê YNK pêgirî kir ku destpêkirina çaksazîyan li Herêma Kurdistanê pêwîst e.

Seidî Ehmed Pîre Berpirsê Peywendîyên Derve yê YNK di civîneke çapemenîyê de got: Bûyer, nearamî û nerazîbûnên vê dawîyê li kolanên Iraqê pêwîstîya encamdana çaksazîyan li Herêma Kurdistanê diselimînin. 

Wî libara rewşa nika ya Iraqê, nerazîbûnên li kolanan û şîdetên pêkhatî pêgirî kir ku pêwîst e rewş were asayîkirinê û daxwazên nerazîyan werin dabînkirin û cihanînê, pirsgirêk bên çareserkirinê û nakokî neyên hîştinê.

Wî herwiha got: Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê didomin û her du alîyan liser nifta Herêma Kurdistanê, pişka Herêma Kudistanê ji bûca sala 2020 a Iraqê, deverên kêşeliser û bûca hêzên Pêşmerge lihev kirine.

Seidî Ehmed Pîre daxwazên weke derfetên karkirinê, rehetîya aborî û cvakî, ewlehî û rehetîya sîyasî mafên xwezayî û qanûnî yên gel zanîn û dabînkirina wan daxwaz û mafana jî erka dewletê û partîyên hikimdar li Herêma Kurdistanê zanî. 

Endamê Polîtburoya YNK derbarê rewşa Kurdên Sûrîyê de jî ragihand ku êrişeke narewa ji hêla Tirkîyê ve ser bakura Sûrîyê pêk hatîye û erka hemî Kurdan e ku helwestê dijî wê êrişê nîşan bidin.