Serokê Herêma Kurdistanê çû Silêmaniyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310672-serokê_herêma_kurdistanê_çû_silêmaniyê
Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê îro piştî hevdîtian digel berpirsênn YNK û Tevgera Goranê li Silêmaniyê, bi beşdariya di press konfreansekê ragihand ku hefteya bê desteyeka Kurdan jibo dewama gotûbêja digel dewleta navendî, dê berê xwe bide Bexdayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2019 15:51 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê çû Silêmaniyê

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê îro piştî hevdîtian digel berpirsênn YNK û Tevgera Goranê li Silêmaniyê, bi beşdariya di press konfreansekê ragihand ku hefteya bê desteyeka Kurdan jibo dewama gotûbêja digel dewleta navendî, dê berê xwe bide Bexdayê.

Barzanî di vê civîna çapemeniyê da xweşbîniya xwe derbarê hevhatina digel dewleta navendî li ser mijarên Bûdce, petrol û meaşa Hêzên Pêşmerge diyar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha li ser vîn û xwesteka Herêma Kurdistanê jibo yekkirin û hevgirtina Hêzên Pêşmerge pêgirî kir.