Kêmbûna bê kariyê li Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310297-kêmbûna_bê_kariyê_li_herêma_kurdistanê
Rêxistina Bîlançyan a Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir ku sedî 4.5 hejmara bê kar û şixulan li vê herêmê kêm bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2019 05:25 Asia/Tehran
  • Kêmbûna bê kariyê li Herêma Kurdistanê

Rêxistina Bîlançyan a Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir ku sedî 4.5 hejmara bê kar û şixulan li vê herêmê kêm bûye.

Rêxistina Bîlançyan a Herêma Kurdistana Iraqê di rapora xwe de diyar kiriye li gor lêkolînên cîhatî, piştî derbasbûna ji krîza aborî, bîlançoya bê kariyê li Herêmê her ku çûye kêm bûye û di vê salê de anku di sala 2019 de qasî sedî 4.5 hejmara bê kariyê li Kurdistana Iraqê kêm bûye.

Vê rêxistin di vî halî de ragihandiye ku hîn bandora krîza aborî li Herêma Kurdistanê maye û li 18 mehên bihûrî 8 hezar û 625 kes li Herêmê karên xwe ji dest dane.

Amara bê kariyê li Herêma Kurdistanê ya sala 2013, sedî 6.5 bû û li sala 2015 û piştî krîza aborî û qutbûna bûdca Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ev bê kariya gihêşte sedî 13.53.

  Rêxistina Bîlançyan a Herêma Kurdistanê desnîşan kiriye ku baştirbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bûye sedema baştirbûna rewşa aborî li Herêmê û kêmbûna bêkariyê.