Destpêbûna nîşangeha navnetewî ya kitêban li Silêmaniyê
Ewil nîşangeha navnetewî ya kitêban li Silêmaniyê bi pişkdariya nûnerê serokkomarê Iraqê û cîgirê serokê herêma Kurdistana Iraqê û wezîrê çanda herêmê û parêzgarê Silêmaniyê karê xwe destpê kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Îro pêncşemê Ewil nîşangeha navnetewî ya kitêban li Silêmaniyê bi munasibeta 235-mîn salvegera damezirîna vî bajarî bi pişkdariya nûnerê serokkomarê Iraqê û cîgirê serokê herêma Kurdistana Iraqê û wezîrê çanda herêmê û parêzgarê Solêymaniyê karê xwe destpê kir.
Ev nîşangeha ku ji îro pêncşemê destpê bûye bo mudeha 9 rojan dê bê domandin û li kêlega vê nîşangehê çend civîn û penêlên hunerî û edebî jî dê birê kevin.
Kitêbên vê nîşangehê bi zimanê kurdî, Ingilîzî, Farsî, Erebî û çend zimanên dine cîhanê ne û 180 veşanxane ji Iraq, Herêma Kurdistana Iraqê, Îran, El-Cezayêr, Tûnês, Erebistan, Mîrnişînên erebî, Sûdan, Urdin û Tirkiyê berhemên xwe birine vê nîşangehê.