Pêşewzaiya welatiyên Herêma Kurdistanê ji kirîna kelûmelên welatên din dewsa kelûmelên Tirkiyê
Welatiyên Herêma Kurdistanê piştî boykotkirina kelûmelên Tirkiyê ji kirîna kelûmelên welatên din ji wan Îranê dewsa kelûmelên Tirkiyê pêşewzaiyê dikin û teqez dikin ser kualîta baş a û sûda zêdetir a van kelûmelan.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, piştî destpêbûna êrişa berfireha eskerî ya dewleta Tirkîyê ser kurdên Sûriyê ku li encamê gelek kes hatin kuştin û bi sedan hezar kesên van navçana aware bûn, xelkê Herêma Kurdistanê dest bi boykotkirina kelûmalên Tirkiyê kirin û kempêynên curbicur li bajarên curbicur ên wê Herêmê li vê barê hatin lidarxistin.
Ev kempêyn her roj berfirehtir dibin û hejmareke zêde ji xelkê Herêmê tevlî vê boykotê dibin û xwedanên firoşgehan li herêmê li gotûbêja bi malpera nûçan a Hawwelatiyê re raghandine ku bi daketina hejmara bikirên kelûmelên Tirkiyê, wan jî kirîna kelûpelan ji Tirkiyê rawestandine.
Pêştir jî çend firoşgeh li bajarê Silêmaniyê tevlî kempêyna boykotkirina Tirkyê bûn û hemî berhem û kelûmelên Tirkiyê li firoşgehên xwe şewitandin û şîrketên geştyariyê jî geştên xwe li Tirkiyê rawestandin û şîrketên ticarî jî peymanên xwe bi şîrketên tirkîyeyî re îbtal kirin.
Her wiha tê gotin piştî vê boykotê hejmara geştên esmanî yên ji Silêmaniyê bo balefirgehên Tirkiyê jî pir kêm bûye û heta hinek firîn jî hatine îbtalkirin.