Serokê PDK û Balyozê Almanê rewşa Iraqê û penaberan hilkolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i309781-serokê_pdk_û_balyozê_almanê_rewşa_iraqê_û_penaberan_hilkolandin
Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Almanya li Iraqê Ole Diehl kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2019 05:51 Asia/Tehran
  • Serokê PDK û Balyozê Almanê rewşa Iraqê û penaberan hilkolandin

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Almanya li Iraqê Ole Diehl kir.

Balyozê Almanya li Iraqê di hevdîtina digel Serokê PDK da pesna aramiya li Herêma Kurdistanê da û ragihand, welatê wî piştgirî û alîkarîya bo Herêma Kurdistanê û her wiha kar û çalakiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê di warên geşepêdan û aramiyê de yê bidomîne. 

Balyozê nû yê Almanya derbarê rewşa koçberan de jî got ku Herêma Kurdistanê dergehên xwe ji bo koçberan vekirine û li babeta hewandina koçberan de, pêwîstî bi alîkarî û piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.

Her di vê civînê de bandora guhertin û pêşhatên Sûriye li ser aramiya Herêma Kurdistanê û navçeyê hatin hilkolandin û her du alîyan basa metirsî û gefên terorîstên DAIŞê yên li ser paşaroja Iraq û navçeyê bi taybetî li piştî kuştina Bexdadî kirin.

Rewşa siyasî ya Iraqê û alozî û xwepêşandanên li Bexdayê û hin parêzgehên Iraqê, peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de û rewşa Kerkûkê mijarên din ên gotûbêja Serokê PDK û Balyozê nû yê Almanê l iIraqê bûn.