Hejmara awareyên kurd ên sûrî li Herêma Kurdistanê giheşte 12 hezar kesî
Berpirsê Civata Aware û Penaberên Kurd ragihand ku hejmara awareyên kurd ên sûrî li Herêma Kurdistanê heta vê gavê giheştîye 12 hezar kesî.
Piştî êrişa Tirkîyê ser Kurdên Sûrîyê, bi sedan hezar kes ji wan ji cih û warê xwe aware bûne û bi hezaran kes ji wan awareyana jî hawara xwe birin Herêma Kurdistanê.
Berpirsê Civata Aware û Penaberên Kurd Hecî Efrînî di vî warî de got ku hejmara awareyên kurd ên sûrî li Herêma Kurdistanê heta vê gavê giheştîye 12 hezar kesî ku pirranîya wan li Kempa Berdereşê hatine bicihkirinê.
Wî herwiha got: Ji her yek ji wan awareyan dema ku derbasî Herêma Kurdistanê dibin, 300 heta 700 Dolar tê istandin.
Berî vîya Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Cotyar Adil ragihand ku hejmara awareyên sûrî li wê Herêmê 10 hezar kes e û xwest ku alîkarîyên navnetewî jibo wergirtin, bicihkirin û xweyîkirina wan bên kirinê û pêgirî kir ku himbêz û sînorê Herêma Kurdistanê ser awareyan da vekirî ye.