Pêgirîya Nêçîrvan Barzanî ser piştgirîya tam ji Adil Ebdulmehdî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i309603-pêgirîya_nêçîrvan_barzanî_ser_piştgirîya_tam_ji_adil_ebdulmehdî
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di hevdîtina digel Balyozê Ingilîsê yê li Iraqê, pêgirî ser piştgirîya tam a Herêma Kurdistanê û Parlimanterên Kurd ên li Parlimana Iraqê ji Serokwezîrê Iraqê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2019 11:34 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Nêçîrvan Barzanî ser piştgirîya tam ji Adil Ebdulmehdî

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di hevdîtina digel Balyozê Ingilîsê yê li Iraqê, pêgirî ser piştgirîya tam a Herêma Kurdistanê û Parlimanterên Kurd ên li Parlimana Iraqê ji Serokwezîrê Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî di civîna ligel Balyozê Ingilîsê yê li Iraqê, John Wilks rewşa herî dawî ya navçeyê û pêşveçûnên pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê hilkolandin.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku rêvebirên Herêma Kurdistanê û fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê piştgiriyê didin plana Serokweîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ya jibo çareseriya kêşeyan.

Nêçîrvan Barzanî û John Wilks behsa rewşa Iraqê û pêşhatên herî dawî û pêwendiyên di navbera Hewlê-Bexdayê de jî kirin.

Herdu aliyan herwiha rewşa herî dawî ya li Sûriyê û geşedanên têkildarî krîza Sûriyê jî hilkolandin.

Ew hevdîtin duh Sêşemê li Hewlêrê pêk hat û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê bi armanca malavayiyê û bidawîhatina erkên xwe yên fermî li Iraqê, serdana Nêçîrvan Barzanî kiribû.