Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê navçe aloz kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i309438-wezîrê_karên_derve_yê_fransayê_Êrişa_tirkîyê_ser_sûrîyê_navçe_aloz_kir
Wezîrê Karên Derve yê Firansayê li Hewlêrê pêgirî kir ku êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê bûye sedema alozbûna rewşa navçê û divê bê sekinandin. Serokê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku divê civaka cîhanî êrişa ser Sûrîyê rawestîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2019 05:31 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Fransayê: Êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê navçe aloz kir

Wezîrê Karên Derve yê Firansayê li Hewlêrê pêgirî kir ku êrişa Tirkîyê ser Sûrîyê bûye sedema alozbûna rewşa navçê û divê bê sekinandin. Serokê Herêma Kurdistanê jî ragihand ku divê civaka cîhanî êrişa ser Sûrîyê rawestîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh êvarê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir û piştî civînê di konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş de pişkdar bûn.

Nêçîrvan Barzanî nîgeraniya xwe derbarê rewşa mirovî û egera koçberbûna xelkê Kurdistana Sûrîyê de nîşan da û ragihand ku pêşhatên dawîn metirsiyeke cidî derbarê serîhildana DAIŞê de pêk tînin û herwiha got, “Em weke Herêma Kurdistanê careke din banga rawestandina şêr dikin.”

Serokê Herêma Kurdistaê aşkere kir ku di civînê de rewşa Iraqê, diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêşeroja proseya siyasî û mijarên emnî û istiqrarê hatine hilkolandin. Herwiha rewşa Sûriyê û operasyona li dijî bakur rojhilatê Sûriyê mijarên civîna me bûn.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Ives Le Drian jî di wê civîna çapemenîyê de got, “Ez ji bo gihandina peyama Serok Macron a dostayetiyê û piştevaniya wî ya bo birayên me yên Kurd hatime vê derê.”

Jean-Ives Le Drian herwiha ragihand ku êrişa Tirkiyê ya bo ser Kurdistana Sûrîyê û vekişîna hêzên amerîkî ji wir bûye sedema alozbûna navçeyê û diyar kir, “Ev rewş asayîşa Fransayê jî dixe metirsiyê. Eger wiha be, encamên wê têkoşîna heyama 5 salan dê çi jê bên? Metirsiya DAIŞê li navçeyê berdewam dike.”

Wezîrê Derve yê Fransayê tekez kir ku li bakurê Sûriyê 12 hezar endamên rêxistineke terorîst hene. Ji van hezar û 200 biyanî ne. Eger em malbatên wan jî bibêjin, nêzikî 40 hezar kesan e û ev metirsiyeke cidî heye.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê derbarê hevdîtinên li Bexdayê jî got ku derbarê dadgehkirina çekdarên DAIŞ`ê de wan gotûbêj kir û herwiha got ku Fransa ji bo awareyên şerê li Sûrîyê ku hawara xwe tînin Herêma Kuridstanê yê 10 milyon Dolarî terxan bike.