Naveroka kombûna YNK û Gorran eşkere bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i309135-naveroka_kombûna_ynk_û_gorran_eşkere_bû
Serokê Civata Niştimanî ya Gorranê got: Pêwîst e civîneke sêalî navbera PDK( Partî) û YNK û Gorran de bê lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2019 13:54 Asia/Tehran
  •  Naveroka kombûna YNK û Gorran eşkere bû

Serokê Civata Niştimanî ya Gorranê got: Pêwîst e civîneke sêalî navbera PDK( Partî) û YNK û Gorran de bê lidarxistin.

Piştî dawîbûna civîna  şandeke YNK û Tevgera Gorranê li civîneke rojnamevaniyê de, Serokê Civata Niştimanî ya Gorran behsa naveroka kombûnê kir û raghand, pêwîst e kombûna sêqolî navbera PDK û YNK û Gorran  were lidarxistin bona ku piştgiriya kabîna hikûmeta bikin û him jî em bikarbin li hev bikin û daxûyaniyekê bidin.

Ednan Osman, serokê civata Niştimanî ya Gorran got: Pêwîst e peywendiya di navbera Hemî aliyên siyasî hebe, bi taybet ew sê aliyên beşdar li kabîna nû ya hikûmetê.

Wî her wiha diyar kir: Me pêştir jî daxwaz kiribû ku civîna sê alî li dar xînin.

Serokê Civata  Niştimanî ya Gorranê  her wiha amaje kir: Me  birek hevhatinên giring bi YNK re  hene û pêwîst e her du alî pêbendê hevhatina navbera me bin.