Desteya HDP'ê ligel Mesrûr Barzanî civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda HDP'ê kir û di civînê de diyar kir ku ew piştevaniya her pêngaveke bo aşitiyê dike.
Desteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi serokatiya hevserokê wê partiyê, ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Di civînê de Hevserokê HDP'ê bi boneya destbikarkirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir û hêvî kir ku Herêma Kurdistanê rola xwe ya girîng di pêkanîna aşitiyê li deverê de, bilîze.
Herwiha Sezaî Temellî aşkere kiriye ku divê berevanî li destkeftiyên heyî yên Herêma Kurdistanê bê kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî, di civînê de ragihand ku ew piştevaniya her pêngavekê dikin bo pêkanîna aşitî û ewlekariyê li deverê û diyar kir ku şer û wêrankarî ser xêra tu aliyekî nîne û pêvajoya demokrasî û danûstandinên aştiyane, rêya herîbaş a çareserkirina kêşeyan e.