4 partîyên Êzidîyan hevalbendîyek jibo birêvebirina Şingalê û hêzeke hevpar ava kirin
4 partîyên Êzidîyên Şingalê bi armanca birêvebirina Şingalê, pêkanîna hêzeke hevpar û jibo pişkdarîya di hilbijartinên Civatên parêzgehên iraqê da, hevalbendîyek ava kirin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, 4 partîyên Êzidîyan ên bi navên Partîya Azadî û Dêmokirasî ya Êzidî bi serokatîya Umer Salih Ibrahîm, Partîya Çaksazî û Pêşketinê ya Êzidî bi rêbertîya Hecîkundor Simo, Partîya Dêmokirat a Êzidî bi serokatîya Heyder Şeşo û Partîya Pêşketina Êzidî bi serokatîya Seîd Bitoş pişt gotûbêjên zef hevalbendîyeke hevpar ser navê Hevpeymanîya Êzidî li Şingalê pêk anîn û rêketinameyeke jî di vî warî de wajo kirin.
Rêberê Partîya Dêmokirat a Êzidî Heyder Şeşo di vî warî de got ku gotûbêjên pêkanîna wê hevpeymanîyê ji çend mehan berî nika ve destpê bibûn û ewlewîyet jibo wê jî damezirandina birêvebirîyeke hevpar jibo Şingalê û devera Qehtanîyê ye.
Heyder Şeşo herwiha got: Hevpeymanîya Êzidî li Şingalê wek pêngava duyem yê hêza leşkerî ya hevpar ku sedî 50`yê wê ji hêzên leşkerî yên ku nika li Şingalê ne, ji bo dabînkirina ewlehîya Şingalê damezirîne û dê ser navê hevalbendîyekê jî di hilbijartinên bê yên Civatên Parêzgehên Iraqê li wê herêmê de pişkdar bibe.